Richard Gere: Em ji Kurdistanê hez dikin
Richard Gere beşdarî 67emîn Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlinale) bû û di festîvalê de Gere got: “Em ji Kurdistanê pir hez dikin.”
Peyamnêra Rûdawê li ser Kurdistanê pirsek ji Gere pirsî û wî jî wiha bersiv da: “Em hemû bi tevahî bi hev re ne, em li vir in da ku em agahdarê hev bin. Divê em hevdû hembêz bikin. Çimku em hemû yek in, ciyawaziyên me gelek gelek piçûk in.”
Richard Gere di sala 1949ê de li Fîladelfiya ya Amerîkayê ji dayik bûye û di destpêkê de li ser muzîkê perwerde dîtiye û li ser vê babetê xebitiye. Di sala 1973ê de derbasî nav cîhana sînemayê bûye û weke aktorekî beşdarî di 50 fîlman de kiriye û çendîn xelat jî wergirtiye.
Fîlmên ku Gere têde rol dîtiye û herî zêde têne hezkirin ev in: “Efser û Centilmen, Jineke Taybet, Quncika Sor, Çeqel, Chicago, Jîgoloyê Amerîkan”.
Richard Gere li ser fîlma xwe ya Chicagoyê, Xelata Kureya Zêrîn a Aktorê Herî Baş wergirt.
Gere zewiciye û zarokekî wî heye. Baweriya wî Budîzm e.
Festîvala fîlman a Berlinaleyê bi fîlma “Django” ya ku têde qala jiyana muzîkjenê Fransayî Django Reinhardt tê kirin, di 9ê Sibatê de dest pê kiribû. Festîval dê 19ê Sibatê xilas bibe.
Hêjayî gotinê ye ku Rûdaw ji bo festîvalê hatiye vexwendin û ji Berlînê weşana zindî dide
Rudaw
