Heta niha PDKê nêrîna xwe ya fermî li ser qanûna hilbijartinan ya Iraqê negotiye
Endamê parlamentoya Iraqê û serokê firaksyona PDKê, Dr. Erefat Kerem ji BasNewsê re got, em qanûna hilbijartinan ya Iraqê qebûl nakin ji ber ku li gorî wê qanûnê Iraq di hilbijartinan de dibe 18 navçeyan. Ev jî ji ziyana kurdan e, çimkî dibe ku li Bexda û hinek deverên din dengên kurdan zêde be.
Dr. Erefat Kerem her wiha got, helbet heta niha PDKê nêrîna xwe ya fermî li ser qanûna hilbijartinan eşkere nekiriye lê ev kêşe divê bi lihevkirina aliyan were çareserkirin.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku her gava vegeriyan Bexdayê dê li ser wê mijarê bicivin û got, divê lêjneyek pispor li ser vê mijarê pêk were. Dibe ku hefteya bê em nêrîna xwe ya fermî eşkere bikin.
Basnews
