• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK li Şingalê zarokên êzdî bo karên hizbî bikartîne

Gulan Media February 16, 2017 Nûçe
PKK li Şingalê zarokên êzdî bo karên hizbî bikartîne
Nûnerê êzdiyan li parlamentoya Kurdistanê, amaje bi vê yekê dike ku PKK zarokên êzdî bo karên hizbî û leşkerî bikartîne û perwerdeya hizra tundiyê dide wan.

Nûnerê êzdiyan li parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK li Şingalê hewl dide zarokan birevîne nav rêzên xwe, armanca wan ew e, wan zarokan bixapînin û bibin nav rêzên xwe.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha ti zanyariya me tineye, ku ew zarokane bo şer hatibin bikaranîn, lê em dizanin li ser hizra tundiyê tên perwerde kirin.’’

Şêx Şamo got, xelk nizane bo rewşa zarokên xwe serî li kûderê bide.

Basnews
Top