Demîrtaş: Hikûmet ji girtina me li hêviya destkeftên siyasî ye
Demîrtaş, ji Girtîxaneya Edîrneyê bo doza xwe ya li Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê daxwaznameyek şand û da zanîn, tevî 11 hevalên xwe di yek şevê de binçavkirin, nîşan dide ku operasyon ji yek navendê hatiye meşandin.
Demîrtaş da zanîn, girtina parlamenteran dijî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û ya Dadgeha Destûra Tirkiyê ye û xwest demek zûtir ji vê xetayê vegerin. Her wiha got, piraniya dozan ji hêla dozgerên ku bi tometa derbeyê tên darizandin hatine vekirin
Demîrtaş got, hember zordarî û fişaran ti carê serê xwe natewînin û piraniya axaftinên ku pê tê tawanbarkirin, yên ku li Parlamentoya Tirkiyê kirine.
Hevserokên HDPê Selahetîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, di 5ê meha Mijdara 2016an de, bi egera endamtiya rêxistina terorê, li gel 9 parlementerên din ên HDP hatibûn girtin.
Basnews
