• Sunday, 22 February 2026
logo

Bazarên Rojavayê Kurdistanê ji bo Ocalan hatin daxistin

Gulan Media February 16, 2017 Nûçe
Bazarên Rojavayê Kurdistanê ji bo Ocalan hatin daxistin
Li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji xeynî navçeyên di destê hikumetê de, bi munasebeta salvegera girtina rêberê PKKê Abdulah Ocalan, hemû bazar û dukan hatin girtin.

Herweha Rêveberiya Xweser, li gor biryareke berê ya encûmena zagonsaz, roja girtina Ocalan û ji dayikbûna wî, weke bêhnvedaneke fermî ragihandibû, lewma duh dewama fermî ya dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser tine bû û bazar jî hatin girtin.

Ji dîmenên ji nav bajarê Qamişlo xuya dibe, tevgera xelkê di nav kolanan de tine ye û hemû dukan hatine girtin.

Li gor agahiyên Rûdawê li Qamişlo ji tirsa girtinê, gelek kes bi naçar dukanên xwe girtin û pabendî biryara Rêveberiya Xweser bûn.

Li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo şermezarkirina girtina Ocalan Ocalan Rêveberiya Xweser bazar girtin.

Rrêveberiyê xweser biryar da ku ji bilî dermanxaneyan, tevahiya bazaran werin girtin.

Di encama biryara Rêveberiya Xweser de, tevgera çûn û hatinê jî di navbera bajaran de rawestiya.

Bi heman hilkeftê, rêbendên bajarokê Gilkê Legê ketin rewşa amadebaşiyê de.

Tirkiyê di dawiya sala 1998an de li ser Sûriyeyê zextên xwe zêde kir ev yek jî bû sedema ku Serokê PKKê Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve. Ocalan piştî wê dest bi rêwîtiyeke kir ku di navbera gelek welatan de li penagehekê geriya, ta ku di 15ê Sibata 1999an de li paytexta Kenyayê, Nayrobiyayê bi operasyoneke nepenî hat girtin û ji wê derê bo Tirkiyeyê hat vegerandin.

Rudaw
Top