Amerîka hijmara kuştîyên Daişê li Îraqê û Sûrîyê aşkere kir
General Reymond Tomas fermandeyê operasyonên taybet yên supayê Amerîka ragîhand: hijmara kuştîyên Daişê li çend mehên borî zêdebûne, ew jî ji berku hêzên Îraqî û yên Sûrîya demokrat pêşveçûnên berçav li ser Daişê kirine.
Navbirî da zanîn jî: bi dirêjahîya du sal û nîvan li şerê dijî rêxistina Daişê li Îraq û Sûrîyê, zêdetir ji 60 hezar terorîstên wê rêxistinê hatine kuştin.
Ev di demekî daye hêzên Îraqî bi alîkarîya hevpeymanîya Navdewletî li dijî Daişê zêdetir nîvê bajarê Mûsilê rizgar kirine û hêzên Sûrîya Demokrat jî li derdorên Reqqa li dijî Daişê şer dikin.
War.tv
