• Sunday, 22 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqîna Sedir zêdebûn!

Gulan Media February 16, 2017 Nûçe
Hejmara qurbaniyên teqîna Sedir zêdebûn!
Hejmara qurbaniyên teqîna bajarê Sedir a Bexdayê zêde dibe û tê gotin ku teqîna îsal a herî bi xwîne.

Duh êvarî 15.02.2017ê wesayîteke bombekirî li navçeya pêşangeyên otomobîl a li navçeya Sedir a Bexdayê hate teqandin.

Li gor zanyariyên bi dest ketine ji ber teqînê 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kesên din jî birîndar bûne.

Ji ber ne çalak bûna hêzên ewlehiya Iraqê rojane teqîn, kuştin û revandina hemwelatiyan li bajarên Iraqê û bi taybet jî li Bexdayê pêktên.

Basnews
Top