Rojnamenivîsekî Tirkiyê behda çekên pêşkeftî di destên YPGê de dike
Amerîka çandîn cûreyê çekên girîng û bihêz ji bo Hêzên Sûriya yê Demokratîk dane ku pişka here zêde ya vê hêzê ser bi YPGê ve ne, ji ber vê yekê Tirkiyê derbarê vê babetê de nigeraniyên xwe ragehnadiy Amerîkayê û daxwaz kiriye ku agahiyan li ser vê yekê ji bo wan bidin.
Nivîskarê rojnameya Sozcû a Tirkiyê, Saygi Oztûrk di nivîsekê xwe de amaje bi vê yekê dike ku Amerîka çekên Mîlano û moşekên dûrhavêj û çendîn cûreyên din yên çekan, dane YPGê ji bo ku di operasyona Reqayê de li hemberî DAIŞê bikar bînin.
Behsa vê yekê jî kiriye ku hinek li wan çekane ku di destên YPGê de ne di destên artêşa Tirkiyê de jî dest nakeve ji ber vê yekê eger Tirkiye, êrîşî YPGê bike divê bizane ku YPGe bihêze û çekên giran hene.
Basnews
