• Sunday, 22 February 2026
logo

li çiyayên Amanosê leşkerekî Tirk hate kuştin

Gulan Media February 15, 2017 Nûçe
li çiyayên Amanosê leşkerekî Tirk hate kuştin
Li bajarê Antakya yê Bakurê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin.

Duh piştî nîvro li bajarê Antakyayê li çiyayên Amanosê di navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û endamên PKKê de şer derket. Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da.

Derbarê mijarê Parêzgeriya Antakyayê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, operasyona li hemberî PKKê ya li çiyayên Amanosê mehek û nîv e berdewam dike.

Hefteya borî Parêzgeriya Antakyayê gundewarên çiyayên Amanosê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandibû.

K24
Top