Yildirim: Em dikarin bibêjin piraniya bajarê Babê hate kontirolkirin
Îro, di civîna partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim gotarek pêşkêşkir, tê de tekez kir ku, di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de piraniya bajarê Babê ketiye destê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê de.
Berî niha Serokomarê Tirkiyê jî Recep Teyip Erdogan ji welatên Kendava Erebî ragihandibû ku, armanca operasyona Mertala Feratê parastina ewlekariya sînorên Tirkiyê ye, herwiha diyar kiribû ku, piştî Babê Artêşa welatê wî wê berê xwe bidin Reqayê.
Di 24ê Mijdara borî Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armanca şerê DAIŞê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn, heta niha jî gelek navçe kontirolkirine.
Basnews
