• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî pişikdarî kongreya asayîşa Navdewletî dibe

Gulan Media February 14, 2017 Nûçe
Barzanî pişikdarî kongreya asayîşa Navdewletî dibe
Çaverê tê kirin, roja Înê kongreya asayîşa Navdewletî ya Myonişin destpê bike û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê jî pişikdar bibe.

Li gorî zanyarîyan, kongreya asayîşa Navdewletî ya sala 2017, li roja Înê ya bê, bi pişikdarîya nêzîkî 500 serok û serkirde û kesayetîyên welatên cîhanê, dê li bajarê Miyonşin li Almanya destpê bike û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê jî, bi fermî ji bo kongreyê hatîye daxwaz kirin û çaverêye di çarçovê kongreyê da, hijmareyeka kombûnan digel mezin yê serkirdeyên welatên cîhanê bike.

Eve duwem sale Barzanî pişikdarî kongre Myonşin dibe û sala borî jî, Barzanî di kongreyê da, pişikdarî penelekê li dor (Jeopolîtîka nû ya sîyasî li rojhilata navîn) bû û behsa asayîşa rojhilata navîn û serkeftinên hêzên pêşmerge û rewşa darayîya herêmê kiribû.

Hatîye ragîhandin, ku sê berpirsên mezin yê îdareya nûya Amerîka û emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî û emîndarê Natoyê, digel serok û serok wezîr û wezîrên derve yên çend welatan pişikdar bin.

War.tv
Top