• Sunday, 22 February 2026
logo

KERKUK – Plana xeter a DAIŞê hate pûçkirin

Gulan Media February 14, 2017 Nûçe
KERKUK – Plana xeter a DAIŞê hate pûçkirin
Li nêzîk gundê Mele Ebdullah û Sexre ya başûrê rojavayê Kerkûkê, planeke êrîşa bi bombeyî yê DAIŞê ji aliyê tîmên pêşmerge yên endazyariya bombeyan ve hate têkbirin.

Çekdarên DAIŞê roja Duşemê (13-02-2017) li Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê hewl dan bi rêya avê û di nav lastîkên tekeran de bombeyan veguhezin nav çeperên pêşmerge yên li nêzîkî gundênb Mele Ebdullah û Sexreyê.

Lê tîma ezdazyarî ya Fermandariya Hêzên Pişevanî ya Yek a Wezareta Pêşmerge, berî encamdana vê plane bombeyên DAIŞiyan pûç kirin.

Fermandarê Beşa Endazyarî ya Hêzên Piştevaniya Yekê Miqdat Zêbarî ji Rûdawê re ragihand; “Çekdarên DAIŞê ji navçeya Hewîceyê ve bi rêya avê bombe û teqemenî şandine gundên Mele Ebdullah û Sexreyê. Bombeyên xwe di nav botên lastîkê de veşartibûn. Dixwestin êrîşên xwekujî bikin.”

Zêbarî da zanîn, ku hêzênb wan zû ji vê plane hesiyane û got; “Careke din xewna DAIŞiyan ji aliyê yekîneya endazyarî ya leşkerî ve hate pûçkirin û plana wan kete gorê.”

Di Hezîrana 2014ê de DAIŞê gundê Mele Ebdullah dagir kiribû lê Hêzên Pêşmerge di demekê kurt de ev herêm ji destê DAIŞê derxistibû.

Rudaw
Top