Şêwirmendê polîtburoya PDKê bersiva gotebêjê Gorran da!
Li hember wan gotinên gotebêjê fermî yê Tevgera Gorran ên derbarê ku gotibû PDK ji peyama Barzanî poşman bûye, şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK li ser peyama Barzanî bi biryare û ji bo zelal kirina pirsên erkên serokatiya herêma Kurdsitanê, serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê civînên yekem bi wê armancê li gel aliyan pêkanî ye û gera duyem a gotûbêjan jî dê pêkbê û biryare li gel YNKê em bicivin û piştre jî li gel aliyên din ên Kurdistanê civînên me dê pêkbên.’’
Herwaha got: ‘’PDK wek destpêşxeriyekê bo peyama Barzanî, bê ti mercek civîn li gel hemû aliyan destpê kir û nêrînên aliyan vergirt, piştî ji aliyê polîtburoyê ve jî hate gotûbêj kirin, biryare ew nêrîn wek bersivek ji hemû aliyan re bê ragehandin.’’
Arif Ruşdî amaje bi vê yekê kir ku li gel PDKê pir giringe ku pirsgirêkên herêma Kurdistanê bên çareser kirin, jibo vê jî biryar daye ku berdewamiya civînan bê kirin û got: ‘’Pirsgirêk ne wisanin ku bi yek civînê ve hemû çareser bibin, ji ber divê proje hebe û nêrîna aliyan bê vergirtin û piştre bibin kiryarî.’’
Basnews
