Ji 3 aliyan ve êriş bo ser Heşda Şeibî dest pê kir
Fermandeyê Lîwaya 8 a Hêza Pêşmerge, lîwa Haşim Sîteyî di daxuyaniyekê de ji Rûdaêw re ragihand: “Ji saet 16:00ê êvariya îro yekşemiyê ve çekdarên DAIŞê li Telefer, Beac û Bilîç dest bi êrişeke berfireh bo ser çekdarên Heşda Şeibî kirine”.
Haşim Sîteyî got: “Di navbera her du aliyan de şerekî giran derketiye û şer heta niha jî berdewam e”.
Sîteyî êrişa wê carê ya çekdarên DAIŞê bi girantirîn êriş ji destpêka operasyona Mûsilê ve heta niha bi nav kir û got: “Ev nûtirîn û bihêztirîn êrişa DAIŞê ye. Ji her du aliyan ve, yanî ji Teleferê û Beacê ve bi çekên giran û otomobîlên bombekirî ve êriş dikin. Heta niha zêdetirî 10 otomobîlên bombekirî bi çekdarên Heşda Şeibî ve teqandine”.
Li gorî agahiyan, meydana şerê navbera çekdarên DAIŞê û milîsên Heşda Şeibî pir nêzîkî çeperên hêzên pêşmerge ye.
Derbarên zirarên êrişê bo ser hêzên pêşmerge de, Fermandeyê Lîwaya 8 a Wezareta Pêşmerge ji Rûdaêw re da zanîn: “Heta niha ti zirarek bo Pêşmerge nebûye, lê belê di egera şikesta Heşda Şeibî de, dê zirar bo hêzên pêşmerge jî hebe, bi taybet di hatinûçûnê de”.
Li gorî agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê bi mebesta vekirina rêya Telefer-Beacê îşev êrşî Heşda Şeibî kirine, da ku rêya girêdana Mûsil bi Sûriyê cardin vebe û bikeve destê wan.
Di dawiya sala derbasbûyî de, Heşda Şeibî rêya navbera Telefer-Beac kontrol kiribû.
Fermandeyê Lîwaya 8 a Wezareta Pêşmerge li ser zirarên her du aliyan di şerê îşev de jî ragihand: “Ji her du aliyan kuştî û birîndar hene, lê belê hejmara nehatiye zanîn”.
Heşda Şeibî di operasyona kontrolkirina Mûsilê de beşdar e û erkê kontrolkirina rojavayê Mûsilê û sînorê Iraqê yê bi Sûriyê re bi wê hêzê hatiye spartin.
Hêzên Heşda Şeibî ji destpêka operasyona Mûsilê ve heta niha bi sedan kîlometrên çar goşe axa rojavayê parêzgeha Mûsilê kontrol kirine û li çend kîlometriya navçeya Teleferê bicih bûne.
Şerê îşev ê navbera her du aliyan, dikeve sînorê navçeya Teleferê, ku li rojavayê parêzgeha Neynewayê (Mûsil) dikeve.
Piraniya rûniştvanên Teleferê turkman in û rêjeyek ereb û kurd jî li wê navçeyê dijîn. Tirkmenên Teleferê beşek ji wan şîe ne û piraniya wan jî sunnî ne û ji destpêka hatina DAIŞê bo nav Iraqê ve piştgiriya wê rêxistinê kirine.
Rudaw
