• Sunday, 22 February 2026
logo

Serkirdayetîya Partî: Guhertin dê di nav hikûmetê da jî bên kirin

Gulan Media February 13, 2017 Nûçe
Serkirdayetîya Partî: Guhertin dê di nav hikûmetê da jî bên kirin
Endamekê serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdistanê ragîhand; serkirdatîya Partî tenê behsa guhertinên partî nekirîye, belku guhertin wê di nav hikûmetê da jî bê kirin.

Elî Hisên endamê serkirdayetîya Partî bo maleperê fermî yê Partîya xwe got: di kombûna civata serkirdayetîya Partî da behsa wê yekê hat kirin ku guhertin dê berdewam bin, paşê dê di kesan da jî bên kirin, ku heta niha hindekan cihê ji bo wan nehatîye dîyar kirin û tekez kir qonax bi qonax dê guhertina bên kirin.

Elî Hisên got jî ne tenê dinav partîyê da, belku di nav hikûmetê da jî: guhertin wê bên kirin, amaje kir ew guhertin pêwîstî b lihevkirina sîyasî û parlementoyê jî heye, lewra pêwîste danustandan digel alîyan da bên kirin.

War.tv
Top