• Sunday, 22 February 2026
logo

Îranê Sekreterê Yekgirtûyê vexwande Tehranê

Gulan Media February 13, 2017 Nûçe
Îranê Sekreterê Yekgirtûyê vexwande Tehranê
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn serdana Îranê dike.

Selahedîn Mihemed Behadîn duh yekşemî 12ê Sibata 2017ê serdana Tehranê dike û biryare bi çend berpirsên îranê re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Selahedîn Behadîn bi fermî ji aliyê Îranê ve hatiye vexwandin û dê di civînên ligel rayedarên wî welatî de, li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê gotûbêjan bike.

Serokê Encumena Siyasî û Cemawerî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Dr. Hadî Elî di hevpeyvîneke ligel heftenameya Rûdawê de aşkere kiriye, ku şandeke Komara Îslamiya Îrnaê bi serokatiya Balyozê Nû yê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî serdana Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê kiriye û Selahedîn Behadîn bi awayekê fermî bo serdankirina Îranê vexwandiye wî welatî.

Rudaw
Top