• Sunday, 22 February 2026
logo

Frank Steinmeier bû Serokê Almanyayê

Gulan Media February 13, 2017 Nûçe
Frank Steinmeier bû Serokê Almanyayê
Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier di hilbijartinên Serokatiya wî welatî de bi ser ket û bû Serokê nû yê Almanyayê.

Di civîna Komeleya Parlamentoya Almanyayê ku, îro hate lidarxistin Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier ji partiya Sosyalîst a Demokratîk bo Serokatiya wî welatî hate hilbijartin.

Frank Steinmeier ku di posta Wezîrê Derve yê Almanya de bû, çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû.

Frank Steinmeier di salên 2005 – 2009an de Wezîrê Derve yê Almanyayê bû, di sala 2013an de careke din ew post wergirt û heta îro di heman postê de bû.

Frank Steinmeier îro bi piraniya dengên Parlementoya Almanyayê bû Serokê Almanyayê.

Frank Steinmeier jidayikbûna sala 1956an e û ser bi Partiya Sosyalist a Demokratîk ve ye.

K24
Top