Serokê Kurdistanê diçe Almanya
Li gor zaniyariyên ku dest waranpressê ketine vê di roja 17ê sibatê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Almanayayê bike.
Li gor waranpressê mebesta Serokê Kurdistanê ji vê serdana han beşdarî kirin di konferansa asayîşa munîhê (Munich Security Conference) ye ku biryare roja 19ê sibatê li bajarê Munichê destpê bike.
Hêjayê gotinêye ku ew duyemîn care Serokê Kurdistanê bi fermî bo beşdarî kirin di konferansa han de tê vexwandin û sala par jî Serokê Kurdistanê beşdariya vê konferansê kiribû.
