• Sunday, 22 February 2026
logo

7 çekdarên kurd hatine kuştin û 10 jî dîl hatine girtin

Gulan Media February 12, 2017 Nûçe
7 çekdarên kurd hatine kuştin û 10 jî dîl hatine girtin
Li navçeya Sadiyeyê mayinek di karwana çekdarên Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de 7 çekdarên kurd jiyana xwe ji dest dan. Herwiha çekdarên DAIŞê li vê herêmê 10 çekdarên din ên Heşda Şeibî revandin.

Demjimêr 20.00ê şeva din (11-02-2017), li navçeya Sediye ya Başûrê Kurdistanê di dema derbasbûna karwana hêzên Heşda Şeibî de bombeyek teqiya.

Fermandarê Lîwaya 110 a Heşda Şeibî Ebû Mûs’eb ji Rûdawê re ragihand, ku di encama teqînê de 7 çekdarên wan hatine kuştin û her 7 jî bi rêgez kurdê xelkê Xaneqînê ne.

Ebû Mûs’eb got; “Ez çend rojeke zanyarî hebûn, ku DAIŞ dixwaze êrîş bike ser hêzên me. Lewma roja 11ê Sibatê me li navçeyên Neda, Neftxane, Îmam Weys û Kanîmasiyê operasyonek pêk anî.”

Ji aliyê din ve, çavkaniyekê ji polîsên Sadiyeyê ji Rûdawê re ragihand, ku çekdarên Heşda Şeibî li gundên sunneyan operasyon pêkanîne û paşî DAIŞiyan jî bombe danîne ser rêya wan.

Çavkaniya Rûdawê da zanîn, di dema teqîna mayinê de çekdarên DAIŞê êrîşî karwanê kirine û 10 çekdarên din ên Heşda Şeibî dîl girtine.

Li gorî gotina çavkaniya Rûdawê beriya çend rojekê jî 4 pasewanên Lîwaya 110 a Heşda Şeibî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Heşda Şeibî di 15ê Hezîrana 2014ê de li ser fetvala rêberê olî yê şîeyan Elî Sîstanî hate damezrandin. Di nav 75 grûbên vê hêzê de nêzîkî 120 hezar çekdar hene. Di bûdceya sala 2017ê yê Iraqê de jib o vê hêzê bûdceya taybet hatiye terxankirin.

Heşda Şeibî li herêmên madeya 140, bi taybet jî li Kerkûk, Xaneqîn û Xûrmatûyê dixwaze cihê piyê xwe çêbike. Bi vî armancî ciwanên kurd digre nav refên xwe.

Rudaw
Top