Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê daxwaza alîkariyê ji Pêşmerge dike
Berpirsê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê li bajarê Silêmaniyê, Hawrê Tofîq îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ji ber ku Pêşmerge di şer de, ji bona tomarkirina navê pêşmergeyan dê endamên komîsyonê serdana eniyên şer bikin.
Hawrê Tofîq daxwaz ji Pêşmerge kir di vî warî de alîkariya komîsyonê bikin.
Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman dabû hêzên Pêşmerge, asayiş û polîs navê xwe bo hilbijartinan tomar bikin.
Hilbijartinên giştî li Kurdistanê meha Mijdara îsal tê kirin.
Basnews
