• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Sûriyê jî derbasî bajarê Babê bû

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Artêşa Sûriyê jî derbasî bajarê Babê bû
Artêşa rejîma Sûriyê û alîgirên wê ji aliyê başurê wî bajarî ve derbasî bajarê Babê bûn û şerûpevçûnên giran niha de navbera çekdarên DAIŞê û rejîma Sûriyê ve didomin.

Ajansa fermî ya nûçeyan "SANA" ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye, tekez kir ku, Artêşa welatê wê û çekdarên Hizbulaha Libnanî, herwiha bi piştevaniya balefirên Rûsyayê ji aliyê başur ve derbasî bajarê Babê bû û heta niha şerûpevûn berdewam e.

Berî sê rojan jî Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê di çarçoveya "Mertala Feratê" de ji aliyê bakur ve derbasî bajarê Babê bûbûn, di encamde çend taxên wî bajarî hatibûne kontirol kirin, herwiha li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê 65 navendên DAIŞê wêranbûbûn.

Bajarokê Babê ji sala 2014an ve ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve dagîrkiriye û niha hawlên rizgarkirina wê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û rejîma Sûriyê tê kirin.

Basnews
Top