• Sunday, 22 February 2026
logo

Yekgirtû: Yusif Mihemed şaşîyek mezin kir

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Yekgirtû: Yusif Mihemed şaşîyek mezin kir
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştevanîya xwe bo gotinên emîndarê partîya xwe dupat kir û ragîhand; mafê Barzanî ye berdewamîyê bi postê xwe bide û serokê perlemanê Kurdistanê jî şaşîyên mezin kirin.

Mistefa Ebdulla endamê civata bicîhînanê ya Yekgirtûya Îslamî bo malpera fermî yê partîya xwe got: rewşa navxweya herêmê bi rengekî têkçûye ku her serkirdeyekê hewlek ji bo çarekirina rewşa herêmê bike, her alîyek dê li gorî ecênda û meremên xwe xwendinê bo bike.

Got jî: ew piştevanîyê li gotinên emîndarê giştî dikin, ji berku dema alîyên sîyasî negihiştine rêkevtinê û çi bedî nebûn, pêdvîye Barzanî berdewamîyê bi postê xwe bide, dîsan mafê wane rexneyan li şaşîyên serokê perlemanî bigrin, ji berku Yusiv Mihemed li kombûna 19 abê, şaşîyeka mezin kir.

War.tv
Top