• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump gazî Rûhanî kir: Hay ji xwe hebe!

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Trump gazî Rûhanî kir: Hay ji xwe hebe!
Serokê Amerîka Donald Trump gazî serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kir ku bila haya wî ji xwe hebe!



Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh di merasima 38emîn salvegera şoreşa Îranê de bersiva tehdîdên Amerîka yên ji ber ceribandina mûşekên Balistîk dabû û gotibû, yên Îranê tehdîd bikin dê poşman bibin.



Rojnamevanekî amerîkî duh gotinên Rûhanî ji serokê Amerîka Donald Trump pirsî. Trump got, bila haya wî ji xwe hebe!



Piştî ku Îranê mûşekên Balistîk ceriband, rayedarên Amerîka bi zimanekî tûj li dijî Îranê daxuyanî dabûn.



Herî dawî berdevkî Koşka Spî gotibû, bila Îran xwe nexapîne ji ber ku serokekî nû li ser kursiya serokatiya Amerîka rûniştiye.



Basnews
Top