• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS: Bo me tişta herî girîng vegera hêzên pêşmergeye

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
ENKS: Bo me tişta herî girîng vegera hêzên pêşmergeye
Berpirsê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Seîd Omer dibêje, şanda ENKSê ya ku dê serdana Amerîka bike, dê bi rayedarên Amerîka re behsa vegera pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Rojava bike.
Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer di hevpeyvîneke xwe de got, “Vê mehê şandeka ENKSê dê serdana Amerîka bike û bi rêveberiya nû ya Amerîka re dê li hev kom bibin. Di hevdîtinan de mijara herî girîng bo me vegera Pêşmergeyên Rojova ne û heyeta ku çûyî dê bi wan re behsa vegera pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Rojava jî bike.
Seîd Omer her wiha got, pêşmergeyên Rojava ji keç û xortên Kurdistana Rojava pêk hatine û ji aliyê pisporên amerîkî ve li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin.
Wî berpirsê ENKSê da xuyakirin ku Amerîka pêşmergeyên Rojava wek hêza rewa ya Kurdistana Rojava dibîne û got, paşeroja wan pêşmergeyan ronî ye ji ber ku ew dixwazin Kurdistana Rojava biparêzin û niha jî li Kurdistana Başûr gelek qurbanî dane.

Top