Balafirên şer ên Rûsyayê li artêşa Tirkiyê dan
Duh balafirên şer ên Rûsya li bajarê El Bab yê Sûriyê, li hêzên artêşa Tirkiyê, yên ku di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de li Sûriyê ne, dan.
Li gorî agahiyan, di encamê de herî kêm 3 serbaz hatin kuştin û 11 serbaz jî birîndar bûn.
Piştî wê bûyerê, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan telefona serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn kir. Hat zanîn ku Pûtîn ji Erdogan re gotiye, ew bûyer bi xeletî qewimiye û xemgîniya xwe aniye ziman.
basnews
