hikûmeta Kurdistanê Neteweyên Yekgirtî derewand
Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzîdiyan di Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Buzanî piştî civîna 7ê Sibatê ya bi şandeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya azadiya olî re daxuyanî da.
Li gor medyaya Kurdistanê Buzanî rexne li dezgehên alîkariya mirovî yên navdewletî girtiye ku alîkariya pêwîst bo penaberan nakin û diyar kiriye, di civîna şandeya YEyê de, li ser pirsgirêk û gazinên êzîdiyan gotûbêj hatine kirin.
Buzanî herwiha Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun ku gotibû, êzidiyan ji bo rizgarkirina jinên revandî 45 milyon dolar pere dane, red kir û got, ‘ew yek dereweke mezin e.’
