• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlementoya Brîtanya deng li ser derketina ji Yekîtîya Awropayê da

Gulan Media February 9, 2017 Nûçe
Parlementoya Brîtanya deng li ser derketina ji Yekîtîya Awropayê da
Palementoya Brîtanya di dengdanekê da proje yaseyek pesend kir ku dê rê bi hikûmeta wî welatî bide proseya derketina Brîtanya ji Yekîtîya Awropa destpê bike.

Di parlementoya Brîtanyayê da 444 dengên erê li hember 122 dengên na derîyekî din ji bo derketina bi leztir ya wî welatî ji Yekîtîya Awropa vekir.

Niha ew proje ji bo civata Lordan ku bişîne ku ew dikarin paş bixin lê nikarin ret bikin û bi vî rengî pêşbînî tê kirin di heyva Adara îsal bi fermî Brîtanya benda derketinê ji Yekîtîya Awropa bixwe karî û di demê du salan da proseya derketinê bi dawî bê.

Yekîtîya Awropa jî rastvekirinek pesend kir ku dê desthilatên zêdetir bide perlemanê Awropa di proseya derketina Brîtanyayê da.

War.tv
Top