Erebistana Siûdî: PKK rêxistineke terorîstî ye
Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê îro çarşemî 8ê Sibata 2017ê, yekemîn civîna Ebcumena Hemahengiya Siûdî-Tirkî birêve birin.
Piştî civînê wezîrên derve yên her du welatan li Enqerê konferanseke çapemeniyê li dar xistin.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubeyr di axavtina xwe de destnîşan kir, li ser mijara Sûriye û Iraqê û li herêmê destwerdana Îranê, her du welat di heman ramanê de ne û got: “Ev encumena hemahengiyê, ji bo pêwendiyên babetên cuda yên her du welatan dixebite û giringî dide berjewendiyên her du welatan û her du gelên birayên hevdû. Ev her du welatên ku li vê herêmê aboriya herî mezin a wan e, alîkariya hevdû dê zêdetir bikin.”
Cubeyr di konferansa çapemeniyê de li ser mijara Sûriyê jî axivî û got: “Helwesta me parastina yekîtiya Sûriyê û serxwebûna Sûriyê ye.”
Wezîrê Derve yê Erebistina Siûdiyê Adil Cubeyr yekem car li ser PKKê axivî û got: “Erebîstana Siûdî, PKKê weke rêxistineke terorî dibîne.”
Adil Cubeyr herwiha got, Riyaz di têkoşîna li dijî PKKê de piştgirî dide Enqerê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî aşkere kir, Tirkiye li dijî DAIŞê ligel Erebistana Siûdiyê û Amerîkayê ye û destnîşan kir ku welatê wî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê serederiyê bi “rêxistinên tundrew” re nake.
Rudaw
