• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan daxwaza hevkariya zêdetir ji Trump dike

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Erdogan daxwaza hevkariya zêdetir ji Trump dike
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya telefonê axivîn û tekezî li ser wê yekê kirin, Tirkiye û Amerîka hevpeymanên NATO ne û piştgiriya Amerîka bo Tirkiyê dê berdewam bike.

Pêwendiya Trump û Erdogan derengiya şevê pêk hat û 45 xulekan berdewam kir. Nivîsgehên çapemenî yên herdu serokatiyan derbarê hevdîtinê duxayaniyên nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya Koşka Spî de, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de pir nêzîk û demdirêj hatin binavkirin û hat destnîşankirin, her du lîder jî di têkoşîna hember her cure terorê de bibiryar in.

Herwiha, Serok Trump careke din piştevaniya xwe ji Tirkiye ragehandiye û bi awayek kêfxweş têkoşîna li hember DAIŞ pêşwazî kiriye.

Herwiha Erdogan daxwaz ji Trump kir, hevkariya serbazî bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestîne û di şerê kontrolkirina Reqa û Babê de hevahengiya zêdetir bikin, bo jinavbirina DAIŞê.

Ji aliyê xwe xwe ve, Trump û Erdogan guftûgo derbarê navçeya aram li Sûriyê kirin, Erdogan jî daxwaz ji Trump ku bo rûbirûbûna tevgera Gulen û PKKê de hevkatiya zêdetir bi Tirkiyê re bike.

K24
Top