• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji ber gefa xwepêşandanan Parlamentoya Iraqê hate valakirin.

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Ji ber gefa xwepêşandanan Parlamentoya Iraqê hate valakirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, ku îro dê li bajêr xwepêşandanek bê sazkirin. Lewma jî Fermandariya Operasyonên Bexdayê daxwaz ji hemû parlamenter, wezîr û berpirsên hikûmî kiriye, ku parlamentoyê û herwiha avahiyên hikûmetê yên li Navçeya Kesk vala bikin.

Peyamnêrê me da zanîn, ku piştî vê hişyariyê hemû berpirsên hikûmî û parlamenter ji Navçeya Kesk hatine derxistin û tenê hêzên ewlekariyê mane.

Herwiha ji ber egera dagirkirina Navçeya Kesk ji aliyê xwepêşanderan ve, rojnamevan jî ji vê navçeyê hatine derxistin.

Biryar e demjimêr 15.00ê piştî nîvro li pêşiya Navçeya Kesk û Meydana Hurriye xwepêşandanekî mezin bê sazkirin.

Xwepêşandanên li Bexdayê di pêşengiya Tevgera Sadir de tên lidarxistin. Xwepêşander dixwazin çaksazî bên kirin, kesên gendelî kirine bên darizandin, girtî bên berdan û herwiha hikûmet sozên xwe bicîh bîne.

Rudaw
Top