• Sunday, 22 February 2026
logo

Ebadî li ser 'Serxwebûna Kurdistanê' axivî: Mafê her netewekê ye qedera xwe diyar bike!

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Ebadî li ser 'Serxwebûna Kurdistanê' axivî: Mafê her netewekê ye qedera xwe diyar bike!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir, serxwebûna Herêma Kurdistanê di asta “teorîk”ê de ye û hêj gaveke rasteqîn nehatiye avêtin.

Heyder Ebadî li Bexdayê di konferanseke çapemeniyê de axivî û li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê wiha got:

“Hêj ev mijarek bi awayekî siyasî ji me re nehatiye pêşkêşkirin. Rast e, mafê her neteweyê heye ku siberoja xwe diyar bike, lê ev mijar di asta teorîkê de ye û ti gaveke rasteqîn nehatiye avêtin. Em ligel wê Iraqê ne ku li her kesî rêz digre û bo her kesî xizmetê dike. Em dixwazin Iraqê, yek û bihevre bihêz bikin ”

Ebadî diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hewl didin ku xebatên hevpar pêk bînin û got: “Cara ewil e ku di navbera Pêşmerge û hêzên me yên ewlehiyê de, li ser hevkarî û piştgiriyê pirgirêkek derket. Axavtina her meseleyan jixwe ne qedexe ye, lê bi tena serê xwe biryardayîn qedexe ye.”

Herwiha Ebadî li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê jî axivî û destnîşan kir, DAIŞ hêza xwe winda dike û got: “Peywira li pêş me hêsantir e û hêzên me amade ne. Di vê qonaxê de em dê tûşî hin zehmetiyan bên lê em wisa difikirin ku planên xwe yên leşkerî berdewam bikin.”

Heyder Ebadî diyar kir, li deverên rizgarkirî yên Mûsilê avahiyên parêzgeriyê û qayimeqamiyê ji nû ve hatine vekirin û li gelek avahiyên hikûmetê karmend dest bi xebatê kirine.

Ebadî destnîşan kir, li deverên ku hatine kontrolkirin gelek teqemeniyên DAIŞê hatine bidestxistin û got: “Em dê li Mûsilê berdewam bin ku terorîstan biqewitînin. Li Rojhilata Mûsilê gelek malbat vegeriyan xaniyên xwe û xizmetên wê derê dest pê kir. Ji bo ku koçberên nû, em bi cih bikin, em dê konên pêwîst peyda bikin.”

Serokwezîr Ebadî li ser îdiayên ku hilbijartinên giştî û herêmî dê bi hev re bê kirin amaje kir ku hin alî dixwazin bi hev re bê kirin û got: “Me weke hikûmetê diyar kir ku hilbijartin di 16ê Îlonê de were kirin. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo ku di vê dema diyarkirî de hilbijartin pêk bê xwe amade dike, lê divê parlamento qanûna hilbijartinê sererast bike, ku di wextê xwe de were lidarxistin. Em weke hikûmet dixwazin di wextê xwe de were pêkanîn. Ji aliyê ewlehiyê ve jî em amade ne.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyarî dabû ku li hotêlên Bexdayê îhtîmala êrîşên terorî heye. Li ser vê mijarê jî Ebadî got: “Ez nizanim ka li paş hişyariya balyozxaneyê çi heye, lê li ser êrîşên terorî her roj hişyarî ji bo min tên. Hêzên me yên îstîxbaratê hewl didin ku şaneyên terorê derxin holê. Em dê bikevin li pey her hişyariyê.”

Rudaw
Top