• Sunday, 22 February 2026
logo

Xameneyî spasiya Trump kir

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Xameneyî spasiya Trump kir
Serokê Îranê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê bi rêya wan karên ku li helmeta helbijardibê û piştî hatina ser desthelatê encam dane rûyê rast yê Amrîkayê nîşan da û ji ber vê yekê spasiya wî kir.

Lı gor nûçeya ku li rûpela Serokê Îranê, Elî Xameneyî belav bûye ku Xameneyî hevdîtinek li gel fermandeyên hêza esmaniyê welatê xwe de kiriye û li derhqê gefên Donald Trumpê li ser Îranê qise kiriye.

Xameneyî got ku:”Em spasiya Trump dikin ku wî di heyama propagendaya hilbijartinê û piştî destbikar bûnê jî bi rêka karên ku encam dan rastiya gotinên me derheqê nirxên siyasî, aborî û civkiyên Amerîkayê îspatkirin.”

Serokê Îranê amaje bi biryarên Trump derheqê qedexeya geştkirina welatiyên heft welatan ji bo Amerîkayê got ku zaroka temen 5 salî li gel malbata wê de girtin û ragehand ku:”Destbendkirina zaroka temen 5 salî rûyê rastin yê mafên mirovan di Amerîkayê de nîşan dide.”

Basnews
Top