Kurê Turgut Ozal: Bavê min ji Erdogan re got bibe sekreterê min, Erdogan qebûl nekir!
Kurê heştemîn serokomarê Tirkiyê, Turgut Ozal, ku kesekî kurd bû û sala 1993 ji ber nexweşiyê wefat kir, Ehmed Ozal ji televîzyoneke Tirkiyê re behsa têkiliyên bavê xwe û serokomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye.
Ehmed Ozal gotiye, di salên 1980î de bavê min di dema serokwezîrtiya xwe de Erdogan nas kiribû û dema Erdogan endamê partiya îslamî ya Refahê bûye, daxwaz jê kiribû bibe sekreterê wî yê taybet.
Kurê Turgut Ozal li ser bersiva Erdogan jî gotiye, lê Erdogan ji bavê min re gotibû “eger ez vê yekê qebûl bikim wê çaxê xiyanetê li Erbakan (serokê wê demê yê Refahê) dikim, ji ber wê jî ez nikarim teklîfa te qebûl bikim” Bavê min jî gotibû “hurmeta min ji te re heye” û ev mijar bi vî rengî dûmahîk hatibû.
Basnews
