• Sunday, 22 February 2026
logo

Siyasetmedar Mueyed Teyib: Milletê kurd doza serxwebûnê dike

Gulan Media February 7, 2017 Nûçe
Siyasetmedar Mueyed Teyib: Milletê kurd doza serxwebûnê dike
Mueyed Teyib nivîskar, şair û siyasetmedarê kurd derbarê peywendîyên Hewlêr – Bexdayê, helmetên Nûrî Malîkî yên dijî Herêma Kurdistanê, siyaseta PKKê li Şengalê ji heftenameya Basê re axivî. Teyib aşkere dike ku xelkê Herêma Kurdistanê dixwaze biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Herwiha li Kurdistana Iraqê di sala 2004an de referandûmeka nefermî bûbû ji sedî 98 ji xelkê deng dabûn bo serbixwebûna Kurdistanê. Îro jî milletê kurd dixwazin Kurdistanê serbixwe be.

Ligor hin zanyarîyan Serokê Hizba Dawa Nûrî Malîkî dîsa dest bi dijayetîya Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha Malîkî berîya bi çend rojan got, “kurd serxwebûnê naxwazin” çi ajendeya Malîkî heye û çima dijayetîya Kurdistanê dike?

Berjewendîyên Kurdistanê çi ne, ka kurd çi dixwazin, çi naxwazin. Bi rastî jiber ku xelkê hemû Kurdistanê bi çavê dijminatîyê li Malikî dinerin, hemû dizanin Malikî ye ê ku bûye sedem DAIŞ li Zimar û Kerkukêêrişî Herêma Kurdistanê bike. Li Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî dibêje em ê referandumê bikin. Hêşta referandûm nebûye, encamên referandûmê hêşta nehatine diyarkirin. Jibo wê jî kesekî ku emro bêje xelkê Herêma Kurdistanê naxwazin ji Iraqê cuda bibin an naxwazindewleta serbixwe ava bikin, ev gotin bê binema ye, ew ê gotineka vala be. Lê ez naxwazim veşêrim ku hin hêzên li Kurdistanê têkilîyên wan bi Malikî re hene, û wê gotineka wisa ligel Malikî kiribin. Em dizanin hin parlamentarên kurd û êsta Yekitî, Goran li Bexdayê dibêjin ku gelê Kurdistanê dixwazin ligel Iraqê bimînin, Kurdistanê naxwazin. Ez dûr nabînim hin alîyên kurd ev gotibin ligel Malikî.

Serokê Encumena Yekitî Niştimanî Kurdistan Adil Mûrad her roj dibêje; ‘em dixwazin bi Iraqê ve bin, em dixwazin ji Iraqê cuda nebin, dixwazin Herêma Kurdistanê neheqeq bikin. Malikî dizane ew nûnertîya xelkê Kurdistanê nakin. Li Kurdistana Iraqê sal 2004 bû, referandûmeka ne fermî bûbû ji sedî 98 ji xelkê deng dabûn bo serbixwebûna Kurdistanê. Rûdawê jî rapirsîyek kiribû, di vê rapirsîyê de ji sedî 84-85ê xelkê Kurdistanê gotin em dixwazin di Kurdistaneka serbixwe de bijîn. Jibo vê jî ez piştrast dibim guman nîne ku her wextekî referandûm bête kirin ê xelkê Kurdistanê dê bêjin, ne tenê kurd xelkê asûr, keldanî, turkoman, suryan û hindek ereb jî tenanêt ew ên ku cîranê Herêma Kurdistanê ne dixwazin Kurdistan ji Iraqê cuda bibe, û bibe dewleteka serbixwe. Çunkî em dizanin Iraq dewleteka şkestî ye, hemû pêkhateyên Iraqê dizanin paşerojeka reş li bende Iraqê ye. Kurd wê nexwazin pişkek ji wê dewletê bin, ku ber bi paşerojeka xirab ve diçe.

Ez dixwazim werim ser dîplomasîya Herêma Kurdistanê, Rex Tillerson CEOyê berê yê Exonê weke dostê kurdan dihête zanîn niha bûye Wezîrê Derve yê Amerîkayê. Ew demeka dirêj li Kurdistanê bû. Peywendîyên Trump û Herêma Kurdistanê dê çawa bin?

Belê birastî serkeftina dîplomasîyê li Herêma Kurdistanê ji valatîyê nehatîye, serkeftina dîplomasîya Herêma Kurdistanê bêjin siyaseta hekîmane ya xizmeta Herêma Kurdistanê bûye. Em hemî dizanin ku li Kurdistanê pêkvejîyana dîn û neteweyên cuda cuda di asteka bilind de ye, cudayî nîne ne di navbera dînan de ne navbera zimanan de, neteweyan de. Heta niha miletê kurd di serborîya xwe de heta îro wisa diyar kiriye ku kurd miletekî bi tolerans e miletekî bawerî bi insanan heye. Ev yek, ya duyem jî, ew navên demokrasîyê ku xizmeta Herêma Kurdistanê kirine digel hemî kêmasîyan jî kemûkurtîyan jî sîstemekî demokrasî peyraw bikin li Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê bêjin derîyê xwe vekirîye ji hemî awareyan, awareyên ereb jî ji navenda Iraqê, niha li Duhokê ku parêzgeheka nifûsa wê milyonek û 700 hezar e, 800 hezar penaber û aware hene.Qasî xelkê Duhokê penaber û aware lê dijîn. Û hemî ew rêkxrawên navneteweyî ku hatine Kurdistanê pesnê Herêma Kurdistanê dayine û xizmeta Herêma Kurdistanê ser hindê ku ew bixwe jî girîfteyên aborî hene, dîsa jî hemî îmkan dayine ber ku rewşa aware û penabera li Herêma Kurdistanê baş bibit.

Taybetî rolê cenabê Serok Mesûd Barzanî û têkilîyên wî ligel dewletên mezin, bêjin dewletên xwedîbiryar biryar dane ku mezintirîn konsolxaneyan li Rojhilata Navîn li Hewlêrê vekin, kar tê de bête kirin. Ev e hemî weke ku ez bawer dikim, ev yekem serkeftine ku li dijî DAIŞê hatîye kirin. Peywendîya dîplomasî ne ku Amerîka bi tenê ye, Ewropa, Yekitîya Ewropa bi Rûsyayê re jî ne xirab e, dewletên cîran jî re, ev hemî kiriye ku bawer dikim Trump jî dê berdewam be liser piştevanîya Herêma Kurdistanê.

Li rojavayê Kurdistanê behsa herêmên ewle, derbasbûna Pêşmergeyên Roj, bo Rojava dihête kirin. Vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojava dê aramî û îstîqrarê pêk bîne?

Ev bi rastî destpêk e jî, destpêka Şoreşa Sûriyê de jî rola cenabê Serok Barzanî ew bû her hêzêke Kurdistana Sûriyê bike yek. Penaberên wexta hatin, ji wan penaberan hêzek dirust kirin, ew ne hêzeka tenê eskerî, derbarê îdareyê de bû jî, îdareya Kurdistana Sûriyê wê çawa bi rê ve biçe. Ji destpêkê heta dawiyê jî şîreta Serok Barzanî li hemî hêzên Kurdistana Sûrîyê ew bû ku bibin yek û hewl bidin wek tecrûbeya li Kurdistan Iraqê çêbû, ew şerîeta li Başûr çêbûye li wîr jî çêbikin. Ew bêjin Hêzên Kurdistana Rojava, çawa ku hêzên başûrê Kurdistanê di sala 1995î de nakokî navbera wan de hebû, tenanet şer jî kirin lê dîsa xizmetek ava kirin, kesî li kesî qedexe nekirin ku çalakîyên xwe li Herêma Kurdistanê nekin. Ev ya çêbûye jî, bi rastî PYD, ew siyaseta peyrew kiriye ku hewl dide rê nede ti hêzên din ên kurdistanî. Wiha kirin li Sûriyê jî di nav xwe de xelkê Kurdistana Sûriyê bi çavekî xirab temaşeyî wan bikin. Him derveyî Sûriyê jî çavekî xirab temaşe bikin. Eger me bivêt deverek tena, herêmeke tena li Kurdistana rojava çêbibit û bêgûman hêzên siyasî divêt neyên qedexekirin. Pêşmergeyên Roj, ENKS an partîyên din ên Kurdistana Sûriye, ên xelkê Kurdistan Sûriyê ne, çênabe partîyek siyasî bêje ev welat ê min e û rê nede çi hêzên dî yên siyasî. Kurdistana Sûriye welatê hemî kurdên Sûriye ye, welatê hemîyan e. Eger em daxwaz bikin, em bêjin welatên dî, rejim ber bi demokrasîyê biçit lazim e em berîya her kesî ser xwe qebûl bikin. PYD bi vê siyaseta xwe ya îro peyraw dike, paşerojeka geş çênake. Hêzên din jî alikarîya wan bikin qebûl nakin tenê hêzek bibe hakim û hêzên din qedexe bike. Jibo vê jî ew deverek çêbibe li Kurdistana Suriyê, divê devereka azad be, azadîya karê siyasî hebit, hejmareka gelek mezin a endamên ENKSê penaberê wan e ku îro li Kurdistana Iraqê dijîn divîya beşdar bibin. Ew bêjin ji bilî me kes li vir kar nekin, ev siyaseteka çewt e, sernakeve û hêvîdar im ku paşerojeka geş ji bo Kurdistana Rojava hebit, hemî hêzên siyasî bi hev re biryarê bidin ka paşerojê çawa bikin, şiklê îdare û xizmeta wê çawa be.



Divê PKK ji Şengalê derkeve

Axir pirsa min ev e, her çend rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li PKKê jî dikin, ew ji Şengalê dernakeve. PKK çima ji Şingalê dernakeve û PKK li Şingalê çi dike?

Tu dizanî bi rastî jî tiştekî gelekî seyr e, nuke, carna PKK dibêjitin em hatine alikarîya xelkê Şengalê, em hatine Şengalê azad bikin, û tilîya xwe dikin nav Kurdistana Îranê, nav Kurdistana Sûriyê, nav Kurdistana Iraqê. Nimûneyêkê jî tînin dibêjin wextekê Mela Mistefa Barzanî jî çûbû Mahabadê. Mela Mistefa Barzanî dema çû Mahabadê, ji Qazî Muhamed re got, ‘ez leşkerekî te me, serbazekî te me, ez hatim vê derê berevanîya te bikim, hevkarî bikin.’ Em dizanin pêşmergeyên Kurdistanê çûn Kobanê, dema Kobanê rizgar bû, PYD got;‘êdî hewcedarîya me bi we nîne, pêşmerge careke dî vegerîya cîyê xwe.’ Eger ew bo alikarîyê hebit, jibo alikarîyê hatibin, divê rêz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bigrin. Me gotîye em naxwazin hêzên dewleta Iraqê bila neyên Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê rêzê li me digrin, û vê qebûl dikin.

Divê PKK jî rêz li Hikumeta Herêma Kurdistanê bigrin. karê wan nemaye û nebûye, ji bilî têkdanê ti feydeya wan ji Şengalê re nabit. Ew bixwe dibêjin, eşkere dibêjin, ji qeymeqamê Şingalê re gotibûn, ‘emrê me di destê Ebadî de ye, destê Bexdayê de ye, ew çi bêjin em guhdarîya wan dikin, em hukimeta Herêmê nas nakin, em hukimeta Iraqê nas dikin.’Yanê tu vê mantiqê bo kurdekî bêjî, li Herêma Kurdistanê hikûmetek heye, dibêjin Herêma Kurdistanê, û hêzek derveyî Herêma Kurdistanê bê û bêjit ez guhdarîya we nakim, em Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nakin, em bi axaftina Ebadî dikin, em îtirafê bi xizmeta Herêmê nakin. Yanê gelek eşkere ye, ev ê tenê bi rastî jî nehatine bo xizmeta Herêma Kurdistanê, xelkê Şengalê belkî bo Şengalê hin ajendayên Iraq ûÎranê li wê derê cîbicî bikin.

Biryara parlamena Kurdistanê heye ku nabit eskerekî Iraqê bête Herêma Kurdistanê heta ku parlamena Kurdistanê razî nebitin. Ewana dixwazin bêtin nav Kurdistanê dixwazin bi rîya PKK werin, heta vê yekê jî, mixabin vê daxwaza xizmeta Iraqê cîbicî bikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze ti şer di navbera hêzên kurd de derkeve, bi taybetî jî şexsê cenabê Mesûd Barzanî gotîye; ‘êdî ti carî bi ti sedemê çênabit kurd û kurd şerê hevdu bikin’ lê mana wan a li Şengalê, berdewambûna wan, israra wan bo li Şengalê bimînin, nehêlin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xelkê xizmetê bike. Em tirsîn encamên xirab jê derkevin, hêvîdar in PKK baş bizanit ne berjewendîya PKK ye, ne berjewendîya xelkê Şingalê ye, ne berjewendîya Herêma Kurdistanê ye bo PKK li vê derê bimîne. Karê wan diyar e, meydana xebata wan diyar e, eger ew xebatê bo Kurdistanê dixwazin divîya rê nedin bo karê Hikûmeta Bexdayê.

Basnews
Top