Husiyan li paytexta Erebistana Suudî Riyazê dan
Ev gruba bi navê Husî ku li dijî hikumetê ye û li Yemenê de bi bandore, Îdîa kirin ku wan fûze yeke balîstîk şandine bargeheke leşkerî ya paytext Riyadê.
Ajansa nûçeya AP ê dide diyar kirin ev êrîş ku Husiyan li Riyadê de pêk anî ne, yekem êrîşa bi fûze yê ye ku hatiye pêk anîn. Ji aliyê Qiralê Erebistanê ve tu daxuyaniye ke bi fermî nedaye. Husî îdîa dikim ku wê careke din êrîşê Erebistana Siudî bikin.
Yemen ku salên bi hejîn ango hejandî derbas kir, bi rengeke fêilî di rewşeke sê beşiyê de ye. Rojhilatê walat, bi beşên navîng re Aden û Taîze ku bajarên başûrê rojava digre nava xwe, ji aliyê Abdurabbu Mansur Hadî ve tê kontrol kirin.
Hema bêje rojavayê walat bi giştî di destê Husiyên ku ji aliyê Îranê ve piştevanî lê tê kirin de ye. Ev herdu grub, li Adara 2015 heya naha şer dikin.
Basnews
