• Sunday, 22 February 2026
logo

Keneda çekî bo pêşmerge dişîne

Gulan Media February 7, 2017 Nûçe
Keneda çekî bo pêşmerge dişîne
Wezareta bergirîya Keneda ragîhand; welatê wan dest bi kirîna çekên sivik kirîye, daku bi lez bighînin destên pêşmergên Kurdistanê.

Wezareta bergirîya Keneda di beyanekê da ragîhand; wezareta wan dest bi kirîna çekî kirîye, ji bo bi lez bighînin destê pêşmergên Kurdistanê.

Welatê Keneda li meha Tebaxa sala 2014ê, çek û teqemenî bo hêzên pêşmerge şandibûn, weku piştevanîyek bo şerê dijî rêxistina terorîstîya Daişê.

Keneda yek ji endamên hevpeymanîya navdewletîya şerê dijî Daişê ye, ya ji sala 2014ê şerê Daişê li Îraqê û Sûrîyê dike.

War.tv
Top