• Sunday, 22 February 2026
logo

Ti kar û îşekî pkk li Şingalê nemaye

Gulan Media February 7, 2017 Nûçe
Ti kar û îşekî pkk li Şingalê nemaye
Cîgirê Fermandarê Fermandariya Şingalê Semê Boselî diyar kir ku ti kar û îşekî PKKê li Şingalê nemaye daku jiber vê li Şingalê bimîne.
Semê Boselî diyar kir ku hebûna PKKê li Şingalê ji aliyê hin aliyên siyasî bi taybetî çend eniyên şîiyan ve li dijî Kurdistan û pêşkeftina Kurdistanê têbikaranîn û nabe PKK bi îş û kar li Şingalê bimîne û derfetê bide wan hêz û aliyên nehezên Kurdistanê ku PKK li dijî Kurdistan û doza reva ya gelê Kurd bikar bînin.
Boselî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Raste dema PKK hate Şingalê vê demê li Şingalê terorîstên DIŞIê hebûn lêbelê niha terorîst nemane û lazime PKK ji Şingalê derkeve.
Boselî tekez li ser vê yekê kir ku Bexda dixwaze PKK li Şingalê be jiber ku Bexda dixwaze PKK li dijî Kurdistan û pêşkeftina Kurdistanê bikar bîne.
Top