Li Afganîstan û Pakistanê aşût bû sedema mirina 100 kesan
Li herêmên navend û li bakurê rojhilatê Afganistanê ev çend rojin berfeke tund dibare. Piştî barîna berfê li çend cihên cuda aşût hate xwar û ji ber aşûtê ango renî û şapeyê zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek avahî xirabûn û gelek rêyên sereke jî hatin girtin. Ji ber rêyên girtî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng dikevin û dibe ji bo vê hejmara miriyan zêdetir bibe.
Berdevkê Wezareta Felaketên Xwezayî yê Afganistanê Muhammed Omer Muhammedî di daxuyaniya xwe de ragihand ku tenê li gundekî girêdayî bajarê Nuristanê ji ber aşûtê 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Aşût li herêma Bargmatalê bi ser du gundan de ket, ji gundekî termê 50 kesî hate deranîn û tîmên xilasiyê heta niha hewl didin ku xwe bigihînin gundên din."
Li gorî zanyariyên berdest li herêma bakurê rojhilatê bajarê Badahşahê jî aşût bi ser malan de ket, zêdetirî 160 malî xirabûn û gelek pez û dawar jî telef bûn. Herwiha li heman herêmê dîsa ji ber aşûtê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Welatê ciran ê Afganistanê Pakistan jî ji barîna berfê zirar dît. Hat ragihandin ku li herêma Chitralê ji ber barîna berfa zêde aşût bi ser malekê de ket û di heman bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî bi birîndarî ji bin aşûtê hatin rizgarkirin. Herwiha dîsa li herêma Chitralê ji ber aşûtê leşkerêk Pakistanî jiyana xwe ji dest da û leşker jî birîndar bû.
Dîsa li herêma Hayber a sînorê Afganistanê ji ber barana dijwar avahiyek hilweşiya û di encama hilweşandinê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Basnews
