Ahmet Turk: Tirkiye rê veke, em jî dê li ser kêmasiyên xwe bisekinin
Serokê berê Şaredariya Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk piştî ku bi mercê kontrola edlî hate berdan niha li bajarê Mêrdînê serdanên şandeyên siyasî, heval û hezjêkiriyê xwe qebûl dike.
Tîma me yê Rudawê jî ji bo çavdêriya karvedanên azadkirina Ahmet Turk serdana bajarî Mêrdînê û her wisa malbata Turk kirin.
Ahmed Turk Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mêrdînê, niha li mala xwe rûniştî ye berî 72 rojan ew ji vî xanîyê xwe hatibû girtin.
Piştî bi merca kontrola Edlî Ahmet Turk ji aliyê dadgeha Sulhê ve serbest hate berdan ji girtîgeha Elezîzê derket û hate malê lê divê ew 4 rojê hefteyê here asayîşê cihê xwe beyan bike, her wisa pasporta wî jê hate stendin û ew nikare derkeve dervayê Tirkiyeyê.
Ahmet Turk ji Rûdawêre wiha got: “Dibe ku kêmasiyên me jî çêbibin di warê siyasete de; lê kêmasiyên me tenê nabine hinceta vê rewşê. Dema dewleta Tirk rêgehê li ber Kurdan fireh bike, em dîsa jî dikarin hewl bidin û xwe rexne bikin li ser kêmasiyên xwe bisekinin, lê divê helwesta Hikûmeta Tirk li hember Kurdan baş were naskirin.”
Milkiye Xan a hevjîna Ehmed Turk jî bi azadkirina Ehmed Turk gelek kêfxweş bûye, her ew spasiya wan kesên ku ji wan re bûne piştevan dike.
Hevjîna Ahmet Turk, Mulkiye Turk jî got: “Yên ku alîkariya me kirine em ji wan re gelek sipasdar in, mala wan ava be, em û bi tevî dost û hevalên me kêfxweş in, hêvîdarim em rojên xweş bibinin.”
Ahmed Turk her çend rewşa wi yê tendurustiyê nebaş be jî niha dema xwe bi ezimandina mêvanan û serdanan derbas dike, herwiha şandeyên partiyên siyasî heval, xizm û hezjêkiriyê wî yek bi yek serdana wî dikin.
Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik jî serdana Ahmet Turk kiriye û dibêje: “Girtina AhmeT Turk û hevalên me biryareke siyasî ye, berdana wî jî biryareke siyasî ye, îro jî mijara referandûmê heye, divê ku siyasetmedarên Kurdan werine berdan da ku ew bikaribin tevlî vê pêvajoyê bibin, li ser navê gele xwe dengen xwe bilind bikin.”
Bi salixê berdana Ahmed Turk niha herkes matmayi ye, ji ber ku li gor rapora Tibba Edlî hêviyên berdana wî nemabûn, parêzera wî Zeynep Ceren Boztoprak dibêje ku ev encam ji bo me herkesî wek suprîzek bû.
Parêzera Ehmed Turk Zeynep Ceren Boztoprak jî anî ziman: “Di serî de ez vê bejim ku girtina Ahmet Turk ji aliyê hiqûqê ce xeletiyeke mezin bû, lê belê disa jî em ne çaverê bûn ku di heyameke wiha de ew were berdan.”
Ahmet Turk di 17 ê Mijdara sala borî de ji karê Şaredartiya Mêrdînê hatibû avêtin, di 21ê heman mehê de hate girtin û di 24 an de hate hepskirin, di 3ê vî mehê de jî bi mercê dadî azad bû niha bi serbestî tê darizandin.
Rudaw
