• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokomarê Iraqê serdana Barzanî dike

Gulan Media February 6, 2017 Nûçe
Serokomarê Iraqê serdana Barzanî dike
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin dike.

Rayedarekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm dê îro saet 12:30 bi dema Hewlêrê, bi Serok Barzanî re hevdîtin bike.

Wî rayedarî da zanîn ku Fuad Mehsûm bi endamên Polîtburoya YNKê re hevdîtin kiriye û ji wan xwastiye, li bara kêşeyên di navbera Iraq û Kurdistanê de yekhelwest bin her wiha daxwaz ji firaksyona YNKê li Bexdayê kiriye, xwe ji helwesta rêveberiya partiya xwe dûr nexin.

Li gorî agahiyên wî rayedarê Serokatiya Kurdistanê, îhtimala wê heye ku Serokomarê Iraqê ji Barzanî bixwaze namzedên xwe bo pişka Herêma Kurdistanê di hikûmeta Iraqê de destnîşan bike.

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê, Ebdullah Eliyawayî jî ji BasNewsê re got, hevdîtina Fuad Mehsûm û Barzanî hevdîtinek normal e li ser rewşa Iraq û Kurdistanê û têkiliyên Bexda û Hewlêrê.

Basnews
Top