Emar Hekîm projeya xwe ligel YNKê gotûbêj dike
Peymanêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, şandeke bilind ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm ligel Kusret Elî Resûl û Mela Bextiyar û hejmareke din ji endamên Polîtbîroya YNKê dicive û guftûgoyê li ser projeya Emar Hekîm y abo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê dikin.
Berî demekê ev proje ji aliyê Emar Hekîm ve bo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqê xistibû nava meydana siyasî ya Iraqê û li Îran û Urdinê jî gutûgo li ser hatibû kirin û pesendkirin, niha jî ligel Kurd li ser wê projeyê gotûbêjan dike.
Roja 4 Sibatê Emar Hekîm bi serokatiya şandekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê gihêşte Hewlêrê, bo guftûgoyê li wê projeyê bike, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hin aliyên siyasî yên li Hewlêr civiya.
K24
