PYD erebên DAIŞî yên kevin wek karta fişarê li dijî Hewlêrê bikartîne!
Îro 05.02.2017ê serokê encûmena qezaya Şingalê Weys Nayîf ji BasNewsê re aşkera kir, herçend ti amareke bi hûrgilî li berdest nîne jî, lê vê yekê em baş dizanin ku ew eşîretên ereb ên 2 salên borî de alîkarê rêxistina tund a DAIŞê bûn, naha ketîbeyên cuda cuda di bin navên Senadîd, Newadir Şemer û PKK de pêkanîne û beşeke zêde ji wan jî çûne cîhên bin desthilatiya PYDê li Sûriyê û çûne gel wan partiyên ku ser bi PKKê ne.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku wek rêveberiya Şingalê û fermandarên li qadê yên bajar, ti hemahengiyek nebûye ku ew eşîretên alîkariya DAIŞê kirine û li wê zilma li hember kurdên êzdî hatiye kirin bigehin cezayê xwe. Herwaha got: ‘’Em nizanin di asta rêveberiya bilind a Kurdistanê de çi hewldanek heye.’’
Weys Nayîf diyar kir, PKK ji wan erebên DAIŞiyên kevin ti sûdekê vernagre, lê: ‘’Tenê ew erebane wek karteke fişar li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bikartîne.’’
Berî naha BasNewsê aşkera kiribû ku, piraniya wan eşîretên ereb ên di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de alîkariya wê rêxistina terorîstî kirine û naha çûne nav rêzên PYDê û hejmarek li wan terorîstên payebilind jî di nav PYDê de li Kurdistana rojava erkê bilind ji wan re hatiye dayîn.
basnews
