• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK: Pêwîst bû Goran jî hebe

Gulan Media February 5, 2017 Nûçe
PDK: Pêwîst bû Goran jî hebe
Nûnerên Hevpeymana Şîeyan a Netewî li Hewlêrê bi partiyên Herêma Kurdistanê re hatin ba hev.

Bi serokatiya Ammar Hakim şanda Hevpeymana Şîeyan a Netewî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin. Şanda ku ji rayedarên payebilind pêk dihat, bi partiyên Herêma Kurdistanê re civiyan.

Ji xeynî Tevgera Goran hemû partiyên Herêma Kurdistanê beşdarî civînê bûn.

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî piştî civînê ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Weke berê me bi awayekî sergirtî qala serxwebûnê nekir. Mafê me heye ku li ser siberoja xwe biryarê bidin û li ser vêya biaxivin. Diviyabû Gorran jî beşdar bûbûna, lewra ev pirsgirêkeke netewî ye.”

Fazil Mîranî li ser projeya Ammar Mîranî jî got: “Li ser projeyê, me ramanên xwe eşkere kir.”

Rayedarê Şîe Elî Elaq jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi asoyeke nû heye û got: “Me hemû pêşniyar û rexneyan guhdarî kir. Herwiha di civînê de li ser mijarên aştî û lihevkirinê em axivîn.”

Ammar Hakim di meha Tebaxa 2016an de projeyeke bi navê “Li Iraqê çareseriya netewî” pêşkêş kiribû. Armanca projeyê ew e ku ji bo serdema piştî DAIŞê amadehî bê kirin. Proje yekbûna Iraqê û pêkve jiyana hemû aliyan pêşniyar dike û ji bo nijadên din jî hin peywir nîşan dide.”

Rudaw
Top