• Sunday, 22 February 2026
logo

Îranê siza danî ser Amerîka

Gulan Media February 5, 2017 Nûçe
Îranê siza danî ser Amerîka
Îranê biryara cezakirinê li ser çend kompanî û kesayetîyên Amerîka da û Amerîka bi alîkarîya terorê sûçbar kir.

Wezareta derve ya Îranê di beyanekê da ragîhand; Tehran di bersiva cezayên nû yên Waşinton bo ser 13 kesayetî û 13 kompanîyên Îranî, dê sizayan dane ser hijmareka kesayetî û kompanîyên Amerîka û di demên dahatî da dê navên wan kes û kompanîyan aşkere bike.

Di beyanê da hatîye jî; Amerîka piştevanîya grubên terorîst yên cuda dike daku alozîyan li rojhilata navîn peyda bike.

Li 27 kanûna duwê ya borî Donald Traump, serokê Amerîka biryara danana sizayên nû li ser Îranê îmza kiribû.

War.tv
Top