Qedexeya vîzeya Amerîkayê hate sekinandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku ji 7 welatên misilman re 90 rojan vîze neyê dayîn.
Berdevka Wezareta Ewlehiya Navxweyî Gillian Christensan daxuyaniyek da û eşkere kir ku “hemû tiştên ku li ser biryara navborî hatine kirin, hatiye sekinandin.”
Herwiha Christensan diyar kir, kesên ku ji ber vê biryarê xisarê dîtine dikarin şîrketên rêyên esmanî agahdar bikin.
Di heman demê de daxuyaniyeke bi vî rengî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê hat.
Berpirsyarên Wezareta Derve ji medyaya Amerîkayê re axivîn û gotin, kesên ku ji van 7 welatan in û vîzeya wan heye, bila bizanibin ku biryara betalkirina vîzeyê hatiye sekinandin.
Berpirsyarekî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike wiha axiviye: “Biryara vegerandina vîzeyan me da sekinandin. Kesên ku vîzeya wan nehatiye betalkirin û di destê wan de vîzeya wan heye dikarin bi rê bikevin.”
Rudaw
