• Sunday, 22 February 2026
logo

Merkel pey hev digel heyeta HDP civiya

Gulan Media February 4, 2017 Nûçe
Merkel pey hev digel heyeta HDP civiya
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat Tirkiyeyê û digel heyeta Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) civiya.
Merkel ji heyeta HDPyê digel Parlamenterê Çewligê, Hişyar Aksoy, cihgirê berdevkê HDPyê, Idrîs Balûken û Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancarî re kom bûye.
Civînê 45 deqîqeyan dom kiriye.
HDPyê ev têbînîyên li ser civînê belav kirine:
*Idrîs Balûkenê ku ji beriya sê rojan ji girtîgehê derketiye behsa rewşa girtîgehan kiriye. Hevserok, serokên şaredariyan û gelek nûnerên partiyê di tecrîtê de li girtîgehan in.
*Li ser pêvajoya referandûmê hatiye axiftin.
*Hatiye eşkerekirin ku divîya hevserokên me li derve bûna û li ser çêkirina Makeqanûna nû siyaset bikiriya.
*Divê ne bi tenê bi kurdên Tirkiyeyê re divê bi kurdên Sûriyeyê re jî aştî bê kirin.

Top