Rojnameyekî Erebî: Heşda Şeibî malên xelkê talan dikin
Rojnameya El Quds El Erebî li ser zimanê çend şahêdhalan ve amaje bi vê yekê dike ku li gel pêşveçûna hêzên Iraqî di navçe û gerekên nav Mûsilê de hêzên çekdarên Heşda Şeibî dest danîne ser milk û malên xelkê.
Rojnameyê herwiha eşkere kir ku alaya Heşda Şeibî bi ser merqedên Mûsilê û merqeda Nebî Yûnis hatiye bilindkirin.
Rojnamê nivîsiye ku Heşda Şeibî dest bi talankirina kelûpel û malê xelkê kirine û ew talankirine gehiştiye kargehên pêşesazî û pêşangahên firoştina otomobîlan jî, ceda li wane di çendîn kolanên din yê Mûsilê de deriyê malan şikandine û mal talankirine.
Basnews
