• Sunday, 22 February 2026
logo

Goran daxwaza çarenivîsa rêkeftina xwe digel Yekîtîyê dike

Gulan Media February 4, 2017 Nûçe
Goran daxwaza çarenivîsa rêkeftina xwe digel Yekîtîyê dike
Biryarderê civata nîştîmanî ya Goran ragîhand; rêkeftina di navbera Yekîtîyê û Goran wek binema nemaye, lewra daxwaza ronkirinê bo Yekîtîyê hatîye şandin daku ew rêkeftin bê yekalîkirin.

Zimnako Celal biryarderê civata nîştîmanîya Goran bo ajansa Anadol got: rêkkeftina digel Yekîtîyê wek binema nemaye û çi karek li ser nehatîye kirin, amaje kir berî niha hijmareka endamên wan li ser wê yekê hevrê bûn ku daxwaz ji Yekîtîyê bê kirin çarenivîsê wê rêkeftinê bê yekalîkirin.

Dupat kir jî, her kombûneka digel Yekîtîyê bê kirin dê bi aşkerayî daxwaza yekalîkirina rêkeftina xwe digel da bikin, ji berku ew rêkeftin hatîye piştguh avêtin.

War.tv
Top