Ehmed Turk: Ji bilî rêbaza aştî ti çareyekê nabînim
Ehmed Tirk, di çarçoveya Biryarnameyên Bi Hukimê Zagonî de di 17'ê Mijdara 2016'an de ji kar hat dûrxistin û di 21'ê Mijdara 2016'an de bi tometa endamtiya Rêxistina çekdarî hatibû girtin.
Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk piştî ku hate berdan got: “Serbestmayîn tiştek xweş e. Lê dilşikestinekeke mezin jî heye. Hevalên me yên parlamenter, hevserokên Partiya me girtî ne. 70 şaredarên me di girtîxaneyan de ne.”
Turk got jî: “Ez û Firat Anlî û Cebar Leygara di heman jûrê de bûn. Jiwan cuda bûn ne hêsan e. Hêvî dikim rojek li Tirkiyê aqilek hevbeş pêkwere. Hemû xerabî û bêhiqûqî ji holê rabin. Êdî dema vê aqilê ye ku kêşe bên çareserkirin. Di jiyana xwe de gelek tişt hatin serê min. Lê di encamê de ji bilî aştiyê çi rê û rêbazek nabînim. Rast e kêşeyên min yên tendirustî hebûn lê di girtina me de tu bingehek hiqûqî nebû.”
K24
