• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump plana Obama ya çekdarkirina YPGê hildiweşîne

Gulan Media February 3, 2017 Nûçe
Trump plana Obama ya çekdarkirina YPGê hildiweşîne
Berpirsekî amerîkî radigihîne, ku rêveberiya Trump plana rêveberiya Obama ya ji bo operasyona Reqayê pirçekkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dide sekinandin.

Li gorî raporekî rojnameya Washington Postê berpirsekî amerîkî, ku di rêveberiya Trump de jî li ser karê xwe maye, ragihandiye ku şêwirmendên leşkerî û dîplomasî yên rêveberiya Obamayê di nav 7 mehan de ji bo dariştina plana kontrolkirina Reqayê bi dehan caran kom bûn.

Di dawiya van civînan de biryar dan, ku ji bo kontrolkirina Reqayê çekan bidin YPGê, ku ev hêz pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Şêwirmenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Amerîkayê Susan Rice, derbarê pirçekkirina YPGê de ji Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford re dibêjê eger ev pêngav bê avêtin dê Tirkiye piştgiriyê nede operasyona Reqayê.

Li ser vê yekê di dawiya sala 2016ê de Dunford ji bo çekên giran bidin YPGê, daxwazeke fermî ji Obama kir. Li gorî vê planê dê Amerîkayê çekên giran, otomobîlên zirxpoş û yên paqijkirina mayinan bişanda Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî raporê roja 17ê Çileya 2017ê, wate 3 roj beriya radestkirina kursiya Koşka Spî, Obama ferman daye şêwirmendên ewlekariya nîştîmanî yên Amerîkayê da ku plana çekdarkirina kurdan (YPGê) radestê rêveberiya Trump bikin.

Şêwirmenda Ewlekariya Nîştîmanî ya rêveberiya Omaba, Susan Rice jî ev plan radestê Şêriwmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê rêveberiya Tropm Michael Flynn kir.

Rêveberiya Obama derbarê planê de rêveberiya Trump agahdar kiriye û daxwaz kiriye li ser vê mijarê li gel Tirkiyê bişêwirin, ji ber ku Tirkiye bi tundî li dijî vê planê ye.

Li gorî berpirsên Amerîkayê rêveberiya Trump ev plan weke “planeke ne temakirî” dîtiye û lewma red kiriye.
Rêveberiya Trump destnîşankirine, cihê perwerdeya şervanên YPGê di raporê de nehatiye diyarkirin, herwiha hejmara şêwrimendên perwerdeyê bidin jî nehatiye zelalkirin.

Ya duyemîn di plane de nehatiye gotin ka dê li hember gef û bertekên Tirkiyê çi bê kirin û herwiha hemahengiya ligel Rûsyayê jî di plane de nîne.

Rojname dibêje, Dibe ku Trump ji bo operasyona Reqayê biryar bide ku ligel Esed hemahengî bê kirin. An jî plana rêveberiya Obama cîbicî bike. Lê biryara di vê mijarê de di nav meha pêşiya me de ji aliyê Sererkanê nû James Mattis ve bê eşkerekirin. Helwesta Mattis ya di vê mijarê de nayê zanîn.

Rudaw
Top